ILO: Nîvê xelkê cîhanê ji mûçeyê xwe nerazî ne

Rêxistina Kar a Cîhanî di raporta xwe ya nû de ragihandîye, sîstema aborî ya cîhanê di peydakarina derfeta kar a yeksan de bo hemû welatîyan şikest xwarîye.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Kar a Cîhanî (ILO) di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanê de raporta xwe li ser bazara kar li cîhanê belav kir.

Serokê Rêxistina Kar a Cîhanî Guy Rider ragihand, nîvê xelkê cîhanê kêmî wî astî mûçe werdigirin ku ew dixwazin.

Rider amaje bi derza navbera mûçeyê jin û mêran dide û dibêje, mûçeyên jinan ji yên zilaman kêmtir e û ew yek bûye sedema nedadperwerîyeke zêde di nav civakê de.

Li gor raporta ILO, bi giştî di navbera salên 2011 heta 2017an de mûçeyê karmend û karkeran bi rêjeya ji sedî 3 bilind bûye, di demekê de ku qazanca kesên dewlemend ji ber pişkên wan ên di kompanyayên cuda de bi rêjeya ji sedî 31 zêde bûye.

Herwiha li ser asta cîhanê serweta mêran 2 qatê serweta jinan e û ji sedî 42ê jinên di temenê karkirinê de, ji ber bixwedîkirina zarok û karê malê, li derveyî bazara kar dimînin, û ti mûçeyekî wernagirin.

Di raportê de her têkildarî rewşa jinan hatîye dîyarkirin, ku ji sedî 80ê wan 67 milyon kesan ku karê paqijkirina malan dikin, jin in.

Rûdaw

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist