Îlham Ehmed: Welatên Erebî helwesta xwe li hember Rojava diguherin

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê, Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand, pêwendîyên welatên Erebî bi Rêveberîya Xweser re baş bûne, û di rojên pêş de dê guhertin di helwestên wan welatan de çê bibe.

Navenda Nûçeyan- Îlham Ehmed amaje bi danûstandinên MSD û Rêveberîya Xweser bi hikûmeta Sûrîyê re kir û got, niha ti danûstandin bi hikûmeta Şamê re nîne, lê dibe di dema bê de danûstandin werin kirin.  Wê rayedara MSDê tekez kir, ew ji bo danûstaninan amade ne.

Îlham Ehmed herwiha eşkere kir, ku niha lihevkirineke leşkerî di navbera Rêveberîya Xweser û hikûmeta Sûrîyê de heye û bi gotina wê, ew lihevkirin derbarê belavbûna hêzên artêşa Sûrîyê li ser sînorê bi Tirkîyê re ye.

Wê ew yek jî red kir, ku ti danûstanin an lihevkirinek sîyasî bi Şamê re hatibe kirin.

Seroka Desteya Cîbîcîkar a MSDê destnîşan kir, Tirkîye ne tenê xeterê li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê çê dike, lê belê Tirkîyê niha berê xwe daye Lîbyayê jî û dîyar kir, Tirkîye ji bo hemû welatên herêmê xeter e.

 

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist