Îlham Ehmed: Rijdbûna Şamê li ser desthilatdariya navendî Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve dibe

.

Berpirseke Rêveberiya Xweser radigehîne, “Rijdbûna Şamê li ser awayê desthilatdariya navendî Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ve dibe.”

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed tevlî konferansa Yewnanistanê bû, ku bi navê 'Doza Kurdan û pêşhatên wê li Rojhilata Navîn' hat lidarxistin.

Îlham Ehmed di wê konferansê de ragehand, "Dibe ku Sûriye rûbirûyî krîzeke mezintir bibe; rayedarên Sûriyeyê bi awayekî yekalî biryaran didin û bi gel re hevahengiyê nakin û îradeya gel paşguh xistiye."

Herwesa ragehand, "Eger hikûmeta Sûriyeyê li ser awayê desthilatdariya navendî rijd be, welat dê rûbirûyî şerekî navxweyî yê mezin bibe." Herwesa got, "Divê sîstemeke demokratîk a berfireh hebe û hemî pêkhateyan bîne cem hev."

Pêştir Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera jî li roja Çarşemê (14ê Gulana 2025ê) ragehandibû, "Yekrêzî û qurbanîdana Sûriyeyîyan bandor li ser raya cîhanê kiriye.”

Ehmed Şara herwesa got, "Em dê nehêlin ku Sûriye parçe bibe û Sûriye êdî nabe meydanek ji bo parvekirina desthilatdariyê." Amamje jî da, "Em dê nehêlin ku vegotinên rejîma berê bên vejandin. Sûriye ji bo hemî Sûriyeyîyan e."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist