Îlham Ehmed: Rêjîm razî bûye bi me re dest bi danûstandinan bike

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê radigihîne, Hikûmeta Sûrîyê razî bûye bi gerentîya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike.

Navenda Nûçeyan- Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de bi rojnameya “aawsat” re ragihand, piştî danûstandinên wan li navenda Himêmîmê bi berpirsên Rûsî re, civîna wan a hefteya borî jî berdewamîya wan hevdîtinan bû û piştre jî wan serdana Şamê kirn û bi amadebûn berpirsên Rûsî ew bi Serokê Nivîsgeha Ewlehîya Niştimanî Elî Memlûk re civîyan. 

Îlham Ehmed aşkere kir, Hikûmeta Sûrîyê razî bûye bi gerentîya Rûsyayê danûstandinan bi wan re bike û komîteyeke bilind ji bo guftûgokirina yasaya Rêveberîya Xwecihî û sîstema Rêveberîya Xweser pêk bîne.

Seroka MSDê amaje bi wê jî da, Rûsya ji bo ku navbênkarîyê bike û dest bi proseya sîyasî û danûstandinan bibe, cidî ye û wan soz daye ku fişarê li rêjîma Sûrîyê bikin ta li çareserîyeke giştgîr razî bibe.

Wê berpirsa Rojavayê Kurdistanê da zanîn, ew li bendê ne ev sozên ku hatine dayîn li ser erdê pêk werin û dest bi danûstandinên fireh û giştgîr bêne kirin û her alîyek bi berpirsatî, ne bi zimanê gef û bijardeyên serbazî, reftar bike.

Di beşeke din a hevpeyvînê de Îlham Ehmed aşkere dike, ew nabin beşek ji danûstandinên Astana û Soçî, lê ew ligel proseya aştîyê ya Cenêvê ya li gor biryara navdewletî 2254 in û dê bibin beşek ji Komîteya Destûrê jî.

 Basnews

 

Siyaset Haberleri

Qayimqamê Sîdenkanê: Bi ragihandina pêvajoya aştiyê, 100 gundên deverê tên avedankirin
Berdevkê AK Partiyê li ser hevdîtina HSD û Tirkiyeyê axivî
Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê
Nivîskara Kurd Karoş Taha ji bo xelata navdar a Almanyayê bûye namzed
Mustafa Ozçelîk: Dewlet ligel Ocalan û DEM Partiyê veşartî kar kar dike