Îlham Ehmed hişyarî da: Tirkîye kengê bixwaze dikare êriş bike!

Berpirsa Rojavayê Kurdistanê li ser êrişa Tirkîyê hişyarî da û ragihand, Tirkîye kengê bixwaze dikare êriş bike!

Serkirdeya PYDê, Îlham Ehmed, ku hevseroka Meclisa Sûrîya Demokratîk e jî û niha li Amerîka ye, ji kovara Amerîkî ya Foreign Policy re gotiye, ew ji liv û tevgerên artêşa Tirkîyê li ser sînorên Rojava û Sûrîyê nîgeran in.

 

Îlham Ehmed her wiha gotîye, ruxmî ku kurdan bendên rêkeftina “herêma ewle” bicîh anîne jî lê dîsa Tirkiye roj bi roj gef û tehdîdên xwe li ser wan zêdetir dike. Amerîka jî bi temamî piştevanîya kurdan nake loma Tirkîye kengê bixwaze dikare êriş bike.

 

Li ser daxuyanîya serokê Tirkîyê ya bicîhkirina 3 milyon penaberên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê jî, wê serkirdeya Rojavayê Kurdistanê gotîye, ji xwe piranîya wan kesan ne xelkê bakûrê Sûrîyê ne ji ber wê jî eger li wir bên bicîhkirin kurd dê neçar bimînin koçber bibin.

 

Bi gotina Îlham Ehmed, her gava ji her du alîyên sînor, hêzên serbazî vekişîyan wê çaxê ew dikarin bêjin kirîz çareser bûye û rewş normal bûye.

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist