Îlham Ehmed: Entegrasyon baş didome lê em hîn di destpêkê de ne

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmedê ragihand ku pêvajoya entegrasyonê bi awayekî baş bi pêş ketiye û didome lê ew hîn di destpêka rê de ne.

Foruma MERIyê ya 2026an îro li Hewlêrê dest pê kir ku lîderên siyasî û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Îraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî tîne cem hev.

Foruma MERIyê ya 2026an dê 2 rojan bidome û li forumê dê rewşa ewlehiyê ya herêmê, pirsgirêka Kurdan, paşeroja Îraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de dê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Foruma MERIyê her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin û wekî yek ji lûtkeyên herî girîng ên hizrî û dîplomasiyê yên herêmê tê qebûlkirin.

Panela yekem li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed jî axivî.

"Sûriyeyê cara yekem Kurd bi fermî nas kirin"

Îlham Ehmedê bal kişand ser naskirina mafên Kurdan û fermîbûna zimanê Kurdî û got:

"Zimanê Kurdî bi biryara Serokatiya Sûriyeyê hatiye naskirin. Sûriyeyê cara yekem Kurd bi awayekî fermî nas kirine."

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku naskirina nasnameya Kurdan gava herî bingehîn e û anî zimên ku mijara zimanê Kurdî ji bo wan gelekî girîng e.

Tevlîbûna HSDyê ya nava artêşê

Îlham Ehmedê diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê alîkar bûye ku bajarên Sûriyeyê ber bi hev ve vebin, deriyên sînorî ji nû ve bên vekirin û vegera welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanêê hêsantir bibe.

Wê her wiha da zanîn ku tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya di nava artêşa Sûriyeyê de heta niha bi rêjeyeke baş pêk hatiye û bi vî rengî alîkariya çespandina aramiyê kiriye.

"Di rola jinan de paşketin heye"

Îlham Ehmedê bal kişand ser rola jinan û tecrubeya Birêvebiriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û got:

"Tecrubeya Birêvebiriya Xweser ji bo beşdariya jinan a di qadên jiyana giştî, siyasî û aborî de modelekî pêşeng pêşkêş kir.

Lê îro dema hêzên leşkerî û saziyên Birêvebiriya Xweser tevlî saziyên dewletê dibin, em dibînin ku di rola jinê de paşketineke berbiçav heye.

Em vê yekê wekî astengiyeke li ber beşdariya jinê ya di navendên biryardanê de dibînin."

"Biryarname di warê pratîkî de kêm dimîne"

Îlham Ehmedê eşkere kir ku pêvajoya entegrasyonê hêj di qonaxa ceribandinê de ye û wiha pê de çû:

"Bi rêya derketina biryarnameyeke serokatiyê ya ku hebûna gelê Kurd, çand û zimanê wî nas dike, destkeftiyek pêk hat. Ev naskirin cara yekem e li ser asta Sûriyeyê çêdibe û pêngaveke dîrokî ye.

Lê ev biryarname di aliyê pratîkî de kêm dimîne, bi taybetî li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî mekanîzmayên berbiçav û zelal ên li ser erdê nînin."

Destwerdanên derve û astengiyên li ber aramiyê

Îlham Ehmedê li ser nezelaliya mekanîzmayên bicihanîna biryarên hikûmetê hişyarî da û got:

"Ji ber nebûna zelaliyê car caran tevlihevî çêdibin. Divê dewlet mekanîzmayên zelal deyne, aramiya aborî xurt bike û aliyê ewlehiyê kontrol bike. Alozî hîn jî hene.

Hinek destwerdan hene da ku herêm aloz bibe. Hişmendiya nijadperest û tundrewî ya hinek koman li gel destwerdanên derve dibin sedema têkdana aramiyê û rê li ber lihevkirina navxweyî digirin."

Îlham Ehmedê her wiha destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê destkeftî anîne holê lê heta aramiya mayînde pêk bê, pêwîstî bi şopandin, biîsrarbûn û mekanîzmayên pratîkî heye. 

 

Kurdistan Haberleri

ENKS komîteyek ji bo şopandina doseya “Kembera Erebî” ava kir
Foruma Rojhilata Navîn a 2026an li Hewlêrê dest pê kir
PDK-Î: Em amade ne bi Îranê re diyalogê deynin
Bi awayekî fermî.. Li Efrînê cara yekem koma mamosteyên zimanê kurdî derçû
Mehek derbas bû lê hîn jî materyal neçûne ji xwendekarên dersên Kurdî re