Îlham Ehmed: Danûstandinên me yên ne rasterast bi Tirkîyê re hene

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed aşkere kir, danûstandinên wan ên ne rasterast bi Hikûmeta Tirkîyê re hene, ji bo agirbest bê ragihandin ava vexwarinê ji parêzgeha Hesekê neyê birîn.

Navenda Nûçeyan - Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji K24ê re ragihand, danûstandin bi Tirkîyê re bi awayekî ne rasterast hene. Em dixwazin bi rîya Hikûmeta Tirkîyê re fişarekê li ser grûpên çekdar çê bikin, hem agirbest çê bibe û ava vexwarinê neyê qutkirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê tekez kir jî, ji bo agirbest bicih bibe û ava vexwarinê neyê qutkitin, çi pêwîst be, ew jê re amade ne.

Ev yek di demekê de ye, grupên çekdar ên Serêkanîyê û Girêspî dagîr kirine, bi berdewamî êrîşên xwe li ser gundewarê herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê didomînin.

Herwiha demek e jî, grûpên çekdar ên li Serêkanîyê ava xexwarinê ya ji navenda Eloka derbasî parêzgeha Hesekê dibe, qut dikin û xelk jî dikeve rewşeke zehmet.

Ev bangewazîya Îlham Ehmed piştî wê yekê tê, piştî belavbûna vîrusa Korona li piranîya welatên cîhanê, Sekreterê giştî yê NYyê Antonio Guterres bang li tevahîya cîhanê kir ku şer rawestînin.

K24

Siyaset Haberleri

TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin