Îlham Ehmed li Kongrêya Amerîkayê axivî: Tirkîyê çekên qedexekirî bikar anîn

Îlham Ehmed li Kongrêya Amerîkayê axivî: Tirkîyê çekên qedexekirî bikar anîn

Seroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD) birêve diçe li Kongrêya Amerîkayê ragihand, “Tirkîyê çekên qedexekirî bikar anîn.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed li Kongreya Amerîkayê derbarê êrişên Tirkîyê û grûpên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha dawîn pêşhatên li navçeyên Kurdî û kiryarên çekdarên ser bi Tirkîyê ve gotarek pêşkêş kir.

Îlham Ehmed piştî pêşkêşkirina spasîyên xwe bo Kongreyê, bibîr xist ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji sedî 30 ji xaka Sûrîyê ji DAIŞê rizgar kir û ragihand, “Di şerê li dijî DAIŞê me 11 hezar şehîd dan.”

Di dewama gotara xwe de Îlham Ehmed tekez kir ku li Rojavayê Kurdistanê hemû olan bi azadî jîyana xwe dikir û ragihand, “Çekdarên ku Tirkîyê piştgirîya wan dike tawan encam dan. Rewşeke metirsîdar heye ku ewlekarîya cîhanê û Amerîka têkeve jêr metirsîyê. Kesê ku teqîna New Yorkê kir li cem me girtî ye.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê derbarê kiryarên çekdarên ku Tirkîye piştevanîya wan dike jî got, “Çekdaran sivikatî bi cenazeyê şervaneke me kir. Çekdarên êrîşkar siloganên DAIŞê hildidin. Siyasetmedarên me hatin kuştin. Têkilîyeke me ya baş ligel Amerîkayê hebû . Sozên berpirsên Amerîkî ji me re hebûn. Me dizanî ku Amerîka nahêle êrîş li dijî herêma me bê encamdan.”

Îlham Ehmed herwiha destnîşan kir ku Tirkîyê çekên qedexekirî bikar anîne û got, “Gaza kîmawî li dijî me hate bikaranîn. Me gelekî xwest li pêşîya vî şerî bê rawestandin. 120 km dirêjayî û 23 km kûrahî Tirkîyê ji xaka me dagîr kirîye. Me hêvî nedikir ku wiha bibe. Me herêma Mekanîzmaya Ewlekarîyê pêk anî.”

Îlham Ehmed wêneyê zarokê birîndarê çekê fosforî  û wêneyên qurbanîyên din ên êrişa Tirkîyê li Kongreyê nîşan dan û Kongreya Amerîkayê jî daxwaza wergirtina wêneyên qurbanîyan kir.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin