Îlham Ehmed bi berpirsê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê re civiya

.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê li Berlînê bi Berpirsê Ofîsa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel re civiya. 

Tunkel ji hesabê xwe yê Xê (Twitter) ragihand ku ew li Berlînê bi Îlham Ehmedê re civiyaye û derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirine.

"Divê hemû alî sivîlan biparêzin"

Tobias Tunkel tekez kir ku divê sivîl bên parastin û got, "Divê hemû alî sivîlan biparêzin û divê şidet û pevçûn bên rawestandin."

Ev civîn di demekê de pêk tê ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed rewşa li Rojavayê Kurdistanê aloz bûye û êrişên li ser vê herêmê zêde bûne.

Li aliyê din, 3yê vê mehê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û hevtaya wî Annalena Baerbockê ya Almanî çûbûn Şamê û bi Serokê Birêveberiya Sûriyeyê Ahmed Şer re civiyan.

Piştî hevdîtinên bi Ehmed Şer re Wezaretên Karên Derve yên Fransa û Almanyayê di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz ku şerê li dijî hêzên Kurdî bê rawestandin û "berjewendiyên wan ên ewlehiyê" bên parastin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî beriya bi çend rojan di civîna salane ya konsul û balyozên welatê xwe de ragihand ku divê welatên rojavayî derbarê desthilata nû ya Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed "saf nebin" û soz da ku welatê wî dê pişta şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bernede.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc