İhsan Arslan sewqî heyeta dîsîplîna AKP ê kirin

.

Îhsan Arslanê ku di dewra 22 û 23 em de parlementerê meclisa Tirkiyê ya AKP ê bû û hem di rêvebiriya navenda AKP ê de bû, wî sewqî heyeta dîsplînê kirin da wî ji partiyê derbixin.

Sedema ku wî sewqî dîsîplînê kirine ew e ku di 17 ê vê mehê de, di BBC yê de hevpeyvîneka wî hatiye belavkirin û gotiye “ez difikirim ku ne dûr e em derbasî sîstema parlementeriyê bibin.”

Civîna Navenda Rêvebiriya AKP ê îro civîna xwe çêkir û parlementerê berê Îhsan Arslan sewqî heyeta dîsîplînê ya partiyê bi yekdengî kirin.

Arslan, di hevpeyvîna xwe de tîşkê dixe ser gelek bûyeran û fikrên xwe yên şexsî beyan kiriye. Her weha Arslan behsa pêvajoya çareseriyê jî dike ku AKP dev jê berdaye. Kurekî Îhsan Arslan niha di AKP ê de parlementere.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê