ÎHDyê hişyar kir: 1333 zindanîyên nexweş li ber mirinê ne!

Rewşa girtîyên nexweş her ku diçe xirab dibe. Li gor Komeleya Mafên Mirovan hezar û 333 girtîyên nexweş li ber mirinê ne.

Lijneya Zindanan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di derbarê nexweşên li girîtgehan da, li Amedê daxuyanîyek da.

Di daxuyanîyê de Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak da zanîn ku li gor raporta rojanekirî, di zindana de 1333 girtîyên nexweş hene ku rewşa tenduristîya 457ên wan giran e û wisa pê de çû:

"Bi hezaran mirovên nexweş û li ber mirinê li zindanên vî welatî girtî ne û ji ber astengîyên burokratîk û zehmetîyên yasayî, nexweş ji girtîgehan di nav tabûtan de derdikevin ku ev yek jî êdî bûye îşkence."

Boztoprak herwiha sepandinên tecrîdê ji rexne kir û got tecrît, cûreyek ji îşkenceyan e û divê bê rakirin.

Boztoprak anî zimên ku ji bo girtîyên nexweş divê demildest gavên pêwîst bêne avêtin û divê perwerdehîya Protokola Stenbolê bi xebatkar û bijîşkên ku li girtîgehan kar dikin re bê dayîn û xizmetguzarîya bijîşkî ya li girtîgehan divê weke xizmetguzarîya li derve be.

Siyaset Haberleri

22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin
Şamê bi fermî planeke entegrasyonê ya 13 xalî pêşkêşî HSDê kiriye.