IHD: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye

.

IHDyê ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî peyamek weşandiye û gotiye: “Heke partiyên siyasî û mixalefeta civakî yên Tirkiyeyê berê xwe bidin ser aştiyê, li gorî nêrîna me teqez wê pêşiya pêvajoyeke nû ya aştiyê vebe.”

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyek weşandiye.

Komeleyê daxuyanî bi ser navê “Ger em mafê aştiyê biparêzin em ê bikaribin aştiyê bînin” daye û wiha gotiye: “Em dixwazin bi sedema 1ê Îlonê, ya li Tirkiyeyê weke Roja Aştiyê ya Cîhanî tê pîrozkirin careke din bînin ziman ku em dixwazin li cîhaneke aştî lê serwerbe bijîn. Mafê aştiyê mafekî mirovan e.

“Li Tirkiyeyê ji hêla etnîk, olî, zimanî û çandî taybetmendiyên piralîparêz heye. IHD piralîparêziyê bi slogana xwe ya ‘herkes cida ye, herkes wekhev e’ gelek caran aniye ziman. Piralîparêz di heman demê de bingeha demokrasiyê ye.

“Li gorî nêrîna IHDyê di navbera demokrasî û mafên mirovan de peywendiyeke xurt heye û ji hev qut nabe. Ji ber wê, IHDyê diyar kiriye ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê û xeleka wê ya herî girîng jî pirsgirêka kurdan e.

Ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê çareser bibe, pêwîstî bi pêvajoyeke nû ya aştiyê û di encamê de bi çareseriya pevçûnan heye. Tirkiye yek ji wan welatan e ku pirsgirêkên xwe yên esasî yên weke pirsgirêka kurdan bi rêbazên çareseriya pevçûnan ên xwe dispêrin diyalog û gotûbêwan, çareser nekiriye. Ji ber wê ye ku pevçûnên çekdarî li nava welêt û li derveyî welêt dewam dikin.”

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê