IHD: Îsal Heta Niha 1721 Binpêkirinên Mafên Mirovan li Wanê Çêbûne

IHD: Îsal Heta Niha 1721 Binpêkirinên Mafên Mirovan li Wanê Çêbûne

Komela Mafê Mirovan (IHD) ya şaxê Wanê, rapora binpêkirina mafên mirovan ya 9 mehan bi preskonferansekê eşkere kir.

Serokê IHD’ê yê şaxê Wanê Murat Melet got ku li Wanê ji serê sala 2020’an vir ve 1721 car mafên mirovan hatine binpê kirin.

Melet da zanîn ku li bajêr bi biryara walîtîya 1548 roj in xwepêşandan û hemî çalakî qedexe ne û mafê azadîya raman tê binpê kirin.

“Hember dezgehên ragihandinê û rojnamevanan zextên hêzên ewlekarîyê zêde bûne. Di nava 9 mehan de dehan rojnamevan hatine binçav kirin û 4 rojnamevan jî hatine zindan kirin.”

Melet bal kişand ser rewşa girtîyên li zîndana tîpa F ya Wanê ku jibo daxwaza rakirina zextên ser wan 33 roj in di greva xwebirçîkirînê de ne.

Herwiha di raporê de tê gotin ku ji serê sala 2020’an vir ve li bajarê Wanê û li ser sînorê di navbera Tirkîyê û Îranê de 75 penaber canên xwe ji dest dane.

 

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor