ÎHD: Êriş li dijî nasnameya Kurdî bûye

.

 Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) derbarê êrişa li Konyayê ya dijî malbata Kurd ku bû sedema canjidestdana Hakim Dal de ragihand ku “ev êriş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî bûye.”

Şaxa ÎHDê ya Amedê, têkildarî êrişa li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Amedî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de tê digot, “me ji dîmen û nûçeyên di çapemenî û medyaya civakî de hatine belavkirin zanîn ku li dijî malbateke Kurd a li Konyayê êrîşek nijadî hatiye kirin. Di encamê de welatiyê Kurd ê bi navê Hakim Dal canê xwe ji dest da û endamên din ên malbatê birîndar bûn û li nexweşxaneyê têne dermankirin.”

ÎHD amaje bi wê yekê dike ku ev heyameke li dijî Kurdan êrişên nîjadperst zêde bûne û herî dawî jî li êrişên bi wî rengî li Konya, Semsûr û Enqerê hatine encamdan û ne cara ewil e êrişên wiha pêk tên.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Ev êriş berhema zimanê nijadperst û cihêkariyê ye û li dijî nasnameya Kurdî bûye.”Eger em bi kurtî behs bikin;  di êrîşa li Sakarya de, welatiyê bi navê Kadir Şakçî jiyana xwe ji dest da, kurê wî jî birîndar bû. Her li Sakarya di encama êrîşek din a nijadperestî de Sakirin Tosun jiyana xwe ji dest dabû.

Malbateke Kurd a ji Mêrdînê ku wekî karkerên çandiniyê dixebitîn rastî êrîşê hat, lêpîrsîna dijî bergumanan de  hatî destpêkirin bê encam ma û biryara neşopandinê hat dayîn. Dîsa meha borî, em bûn şahidê kuştina Deniz Poyraz a ji Rêxistina Parêzgeha HDP ya Îzmîrê. Em dibînin ku nîqaş û tevgerên cihêkar û marjînal berdewam in.  Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin.”

Li gorî tespîtên ÎHD bi tenê, di sala 2010an de 14 êrişên nijadperest hatine emcandan û di wan êrişan de 7 kesan canê xwe ji dest dane û herî kêm 32 kes birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir