Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê kuştina Kurdan bi koronayê bi nav dikin

.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê, di nûtirîn rapora xwe bi hejmar û amar behsa binpêkirinên li Efrînê kir û tê de diyar kir ku ji destpêka meha Cotmehê 29 kes li Efrînê ji aliyê grupên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin. Berpirsê rêxistina Mafên Mirova yê Efrînê Îbrahîh Şêxo got “Li Efrînê kuştina Kurdan bi koronayê bi nav dikin”

Berpirsê rêxistina Mafên Mirova yê Efrînê Îbrahîh Şêxo di derbarê mijarê beşdarî bultena Rûdawê û li ser binpêkirinên Efrînê axivî.

Berpirsê rêxistina Mafên Mirova yê Efrînê Îbrahîh Şêxo got ew amarên ku hatine belgekirin rast in û hejmar jê bêhtir in.

Sêxo got “Hemû ew binpêkirinên li Efrînê diqeqimin, em nikarin pêk bînin ji ber ku metirsî li ser jiyana welatiyan heye, hertişt nekare belav bibe. Wek wê jina dûcanî çewa bi îşkence hat kuştin û me dît çewa xwestin wê nûçeyê vala bikin, ji ber ku gotin korona ye. Lê me jî bi têkiliyên xwe yên di nav Efrînê de tespkirin ku ew jin hatiye îşkencekirin.”

Herwiha Şêxo da zanîn ku rêngên binpêkirinên wek kuştin lêdan û revandin li Efrînê berdewamin û got “niha jî ji ber ku dema mûsimê ya Zeytûnan e çekdar bêhtir bi tohmetên cuda yên ku dibêjin têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re heye, fîdyeyên giran ji welatiyan dixwazin.”

Li aliyê din Şêxo bal kişand ser mirinên koronayê yên li Efrînê û got “dibêjin li Efrînê hejmareke zêde ya xelkê di bin navê bi koronayê jiyana xwe ji dest dane, lê çewa dibe ku hejmareke pir zêde ya Kurdan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest didin û hejmareke gelek kêm a Ereban ji ber koronayê dimrin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn