Ibrahîm Biro: Helwestên PYDê ji alîyê Civaka Navdewletî ve nayên qebûlkirin

Endamê Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro ragihand, beşdarbûn an nebeşdarbûna PYDê di danûstandinên navdewletî de, ne girêdayî ENKSê ye, lê girêdayî helwestên PYDê bi xwe ye û tekez kir, ew ji alîyê civaka navdewletî ve nayên qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan- Endamê Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro ragihand, beşdarbûn an nebeşdarbûna PYDê di danûstandinên navdewletî de, ne girêdayî ENKSê ye, lê girêdayî helwestên PYDê bi xwe ye û tekez kir, ew ji alîyê civaka navdewletî ve nayên qebûlkirin.

Biro dîyar kir, di heman demê de ku PYD hewlên xwe dide tevlî şandên danûstandinan ên opozisyonê bibe, danûstandin û rêkeftinên leşkerî digel hikûmeta Sûrîyê û Rûsyayê îmze dike, ev yek jî ji alîyê civaka navdewletî ve nayê qebûlkirin.

Biro bal kişande ser hebûna wan di nava Îtîlafa Opozisyona Sûrîyê de û got, rêkeftin digel Îtîlafê heye ku mafê gelê Kurd di paşeroja Sûrîyê de parastî be.

Wî rayedarê ENKSê di derbarê lihevhatina ENKSê û Rêveberîya Xweser de jî destnîşan kir, ku serkirdeyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hene, lê hejmarek ji wan jî li derve ne û got, gefa kuştinê li ser wan berdewam e.

Îbrahîm Biro dîyar kir ku Rêveberîya Xweser mijara vekirina ofîsên ENKSê weke hikûmeta Sûrîyê bi kar tîne û got, hikûmeta Sûrîyê jî tenê behsa mijara nasnameyan dikir û bi vî awayî jî pirsgirêka Kurd piştguh dixist.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin