Ibrahîm Biro: Gefa kuştinê li ser serkirdeyên ENKSê heye

Endamê Desteya Danûstendinan a Oposizyona Sûrîyê û nûnerê ENKSê di vê desteyê de, Ibrahîn Biro got, “gefa kuştinê li ser serkirdeyên ENKSê heye.”

Navenda Nûçeyan- Nûnerê ENKSê di nava Desteya Bilind a danûstandina ya Opozisyona Sûrîyê de Ibrahîm Biro beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû.

Derbarê hewlên yekrêzîyê yên di navbera Rêveberîya Xweser û ENKSê de ragihand ku serkirdeyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hene, lê hejmarek ji wan jî li derve ne û got, “gefa kuştinê li ser srkirdeyên ENKSê heye.”

Biro dibêje endamên serkirdayetîya ENKSê tevî hemû zehmetî û astengîyan jî ji Rojava derneketine.

Ibrahîm Biro dîyar kir ku Rêveberîya Xweser mijara vekirina ofîsên ENKSê weke hikûmeta Sûrîyê bi kartîne û got jî, hikûmeta Sûrîyê jî tenê mijara nasnameyan behs dikir û bi vî awayî jî pirsgirêka Kurd piştguh dikirin.

Derbarê kongreya Rîyadê de jî Ibrahîm Biro got ku pêwîst bû 4-5ê meha bê, kombûnek li Rîyadê pêk bihata lê dibêje ew kombûn hatîye paşxistin.

Biro dibêje 8 kes ji 37 kesên ku di komîteya danûstandinê de ne, serbixwe ne û dîyar dike ku Erebistana Siûdî li gor daxwaza xwe kes vexwendin û ew kesên serbixwe hatin guhertin.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist