Husnî Mubarek koça dawî kir

Serokomarê pêştir ê Misirê, Husnî Mubarek di temenê 91 salîyê de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Husnî Mubarek di destpêka salên 80î yên sedsala 20an de, bi kûdetayeke leşkerî desthilat wergirt û bo dema 30 salan desthilatdarîya Misirê kir.

Piştî destpêkirina xwepêşandan û alozîyên li welatên Erebî, sala 2011ê li Misirê jî xelkê Misirê li dijî desthilatdarîya Husnî Mubarek dest bi xwepêşandanan kirin û ji ber zexta xwepêşanderan, Mubarek di 10ê Sibata 2011 de desthilatên xwe radestî cîgirê xwe yê wê demê, Omer Sulêyman kir.

Rojek piştî radestkirina desthilatên xwe, wate di 11ê Sibata 2011 de Mubarek ji posta serkomarîya Misirê îstifa kir û dawî li desthilata 30 salî ya wî hat.

Bi tohemtên gendelî û xirab bikaranîna desthilatê û herwiha kuştina xwepêşanderan, Husnî Mubarek bo demekê keti zîndanê û hat darizandin, lê belê paşê ji wan tometan hat beraetkirin û hat berdan.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Hilbijartin û dengê gel ji bo PDKê meseleyeka bingehîn e
Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir