Hûsiyên Yemenê li Iraqê ofîs vekirin

.

Hate ragihandin ku Hûsiyên Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, li paytexta Iraqê Bexdayê, bi fermî ofîs vekirine.

Nûnerê Tevgera Ensar El-Îslam a Hûsî yê Iraqê beşdarî merasîma 104emîn salvegera serhildana Iraqê ya li dijî Brîtanyayê ya ku li navenda Heşdî Şabî ya Bexdayê hate lidarxistin bû.

Nûnerê Hûsiyan li vir axivî û li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên wê banga yekîtiyê kir.  

Li gorî agahiyiyên ku hatine bi destxistin Tevgera Ensar El-Îslam a Hûsiyan ( Ensarullah) a Yemenê, li herêma Cadriye ya Bexdayê ofîsa xwe vekiriye. 

Nûnerê Hûsiyan li yê Iraqê Ebû Îdrîs Şerefî serdana navenda Heşdî Şeibî ya li Bexdayê kir.

Di vîdyoya serdanê de ku li ser torên medyaya civakî belav bûye de, Şerefî spasiya Koma Berxwedana Îslamî dike û gotarek pêşkêş dike.

Şerefî di gotara xwe de ji ber pabendiya bi doza wan re dike pesnê Heşdî Şabî da û got: “Em ji hev cuda ne û em hemû yek in. Ji bo parçekirina me çiqas hewl bêne dayîn jî, dîsa em yek in û em ê bi hev re kar bikin." 

Di 17ê Çileyê de rêveberiya DYAyê ragihandibû ku ji ber hêrişên li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor, wan koma Ensarullah a bi navê Hûsiyên Yemenê ji nû ve xistiye lîsteya “rêxistina terorê ya biyanî”.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê