Hunermendê Kurd Selah Resûl koça dawiyê kir

.

Hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Selah Resûl duhî li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kir.

Hunermendê Kurd Selah Resûl duhî piştî nîvro, li nexweşxaneyeke bajarê Essen a Almanyayê, piştî mana rojan li nexweşxaneyê, di temenê 69 saliyê de koça dawiyê kir.

Selah Resûl yek ji hunermendên navdar ên Rojavayê Kurdistanê ye û ji salên heftêyî yên sedsala borî ve dest bi karê hunerê kiribû û wek hunermendê şahiyan yê herî navdar dihat hejmartin.

Hunermend Selah Resûl sala 1952an li Qamişlo ji dayik bûbû û ji salên nodî yên sedsala borî ve koçberî Almanyayê bûbû.

Hunermend Selah Resûl pirtûkxaneya hunerî ya kurdî, bi gelek stran û awazên xwe dewlemend kir û nêzîkî 45 kasetan weşandibû.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin