Hunermenda Kurd Zehra Dogan li Îtalyayê hat xelatkirin

.

Hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan li Îtalyayê hêjaya xelata `Artissima` ya taybet bi jinan hat dîtin.

Li gor nûçeya malpera Artemagazin a Îtalî, Xelata Artissima ku ji aliyê Weqfa Sardi per l'Arte tê piştevanîkirin, di encama lêkolînek hûr de, bi hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan hat dayîn.

Juriya ku ji Luca Massimo Barbero, Rêveberê Enstîtuya Weqfa Hunerê ya Giorgio Cini li Venedîkê û Bart van der Heide, Rêveberê Muzexaneya Hunera Hevçerx û Modern li Bolzano, pêk dihat, nêzîkahî û helwesta di berhemên wê hunermenda Kurd de erênî dît.

Xelata Artissima ji sala 2014an ve li ser navê hunermenda Îtalyan Carol Rama bi jinên di warê hunerê de afîrenîner û azadîxwaz tê dayîn.

Zehra Dogan sala ku 1989an li Ameda Bakurê Kurdistanê jidayîk bû û Beşa Hunerên Ciwan li Zanîngeha Dîcleyê xwend.

Di dema qedexe û şerê li Nisêbîna Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, bi tometa ku “wêneyên xêz kirine li torên civakî belav kirine û nivîsên zarokekî 10 salî wek nûçe belav kiriye” doz hatibû vekirin.

Zehra Dogan 23ê Tîrmeha 2016an li Mêrdînê hat desteserkirin û 9ê Berfanbara heman salê di yekem rûniştina dadgehê de ji tometa “endamtiya rêxistinê” xilas bû û bi mercê dadgehîkirina bi tometa “propagandaya rêxistinê” hat azadkirin, lê piştî demekê li ser vê tometê dadgehê biryara 33 meh cezayê zindanê li Dogan birî.

Ew hunermenda Kurd ku 24ê Cotmeha 2018an ji zindana Amedê bo girtîgeha Tarsûsê hat şandin, 24ê Sibata 2019an hat azadkirin.

Zehra Dogan niha xebatên xwe yên hunerî li Îtalyayê birêve dibe û berhemên wê yên ku li Muzexaneya Santa Giulia Beach tên pêşkêşkirin, rastî eleqeyeke mezin tên.

Zehra Dogan ku heta niha berhemên wê li gelek pêşangehên navdewletî hatine pêşkêşkirin, hêjayî gelek xelatên navdewletî hatiye ku Xelata Azadiya Raderbirînê di 2019an de, Xelata Wêrekiyê li Lubnanê, Xelata Roberto Scialabba li Îtalyayê beşek ji wan in.

Çavkanî:( Rûdaw)

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!