Hunermend Perîsa Seyfî dest bı greva birçîbûnê kirîye

Hunermend Perîsa Seyfî ya li Kamyaranê ye ev 3 mehe li Sinê hatîye girtin. Perîsa Seyfî ji ber fişar û guvaşên hêzên emnî ev 10 roje dest bi gireva birçîbûnê kirîye.

Navenda Nûçeyan - Ligor çavkanîyên Rojhilatê Kurdistanê îro roja sêşemê 18.02.2020an ji BasNewsê ra aşkere kirine îro roja  sêşemê 18.02.2020an hunermend Perîsa Seyfî 10 roje ketîye gireva birçîbûnê û rewş wê ya tendurustî gelekî xirabe.

Ligor zanyarîyên hunermend Perîsa Seyfî ku ji bajarê Kamyaranê yê ev 100 rojin ji alîyê Îtlaata Komara Îslamî ya bajarê Sine hatîbû girtin û bê navber dibin fişareka zêde ya lêpirsîn û îşkenceya derunî daye. Jibo tawanek ku nekirî hewil didin lê bidin îtiraf kirin.

Herwiha ligel girtina 100 rojî Perîsa Seyfî ev 100 rojin di zindana Îtlaatê ya Sinê da tê girtin heta niha rewşa wê zelal nekirine û heta nebirine dadgehê. Di encama van kiryarên Îtlaat li ser Perîsa Seyfî di meşîne de ev 10 rojin Perîsa Seyfî dest bi gireva birçîbûnê kirîye û niha rewşa wê ya tendirustî gelek xirabe û jîyana wê di metirsîyê deye.

Heman çavkanîyên Rojhilatê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kirin ev çar heftexye doza Perîsa Seyfî bo Dadgeha Înqilaba Sineyê hatîye şandin û her car bi bahaneyên bê bingeh doza wê dihête taloqkirin. Herwiha her çendî malbata wê rojane serî li dadgehê dide lê tiştek ji malbatêre nabêjin û bê ku ti tawanekî wê hebe Perîsa Seyfî di zindanê de digrin.

Malbata Perîsa Seyfî ya ku ev 10 rojin di gireva birçîbûnê de ye daxwazê ji sazîyên navnetewî yên mafê mirovan dikin ku li keça wan xwedî derkevin û jibo keça wan tiştekê bikin

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da