Human Rights Watch: Erdogan mafê Kurdan binpê dike

.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirova (HRW) di nûtirîn raporta xwe ya li ser rewşa mafê mirova li Tirkiyê diyar kir, Hikûmeta Tirkiyê ya bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, mafê çendîn kom û pêkhateyên cuda li Tirkiyê binpê kirine û di dema 18 sal desthilata Erdogan de ew binpêkirin berdewam bûne.

Di rapartê de Human Rights Watch, bale dikşîne ser hewldanên Erdogan û Dadgeha Tirkiyê bo girtina baregahên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rakirina parêzbendiya Parlamenterên wê partiyê. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirova û dibêje, di pêşhateyên dawî de li Tirkiyê tundûtûjiya herî zêde û binpêkirin li dijî Kurd, opozisyon, jin û çalakvanên warê demokrasî û mafên mirovan de bûye.

HRW herwiha li ser Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu yê mafê Parlamenteriyê jê hat sitendin dide zanîn, wê pêngava Tirkiyê wiha kir ku Gergerlioglu bibe yekî din ji wan hezaran qurbaniyên ketine ber bibpêkirinên mafên mirova li Tirkiyê.

Human Rights Watch destnîşan dike, hewldana Erdogan bo girtina HDPê mafê milyonan Kurdên wî welatî kiriye armanc û prensîpên demokrasiyê lekedar kiriye. Herwiha dibêje, di dema 30 salên borî de Tirkiyê 5 partiyên cuda yên nêzîkî Kurdan girtine û dadgehê jî 687 kes ceza kirine ku piraniya wan endam an Parlamenterên ser bi wan partiyên piştîvanê Kurd bûne li Tirkiyê.

HRW di berdewamiyê de, qala şahiya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê jî dike û dibêje, di rojên 20 û 21ê Adarê de Kurd û dengderên HDPê salvegera Sala Nû ya Kurdî pîroz kirine û nerazîbûna xwe dijî wan binpêkirinên Tirkiyê li beramber Kurd û HDPê anîne ziman, lê Hikûmeta Tirkiyê li ser beşdarbûn û gotarên wan ên Newrozê derbarê endam û serkirdeyên HDPê de dest bi lêpirsînê kiriye.

Human Rights Watch eşkere dike, Hikûmeta Tirkiyê daxwaza Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê binpê kiriye û daxwaz kiribû Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Çalakvanê Mafên Mirov li Tirkiyê Osman Kavala azad bike.

Li gor wê rêxistina cîhanî, ji xeynî Kurd û HDPê, li Tirkiyê jin, hevregezxwaz û çalakvanên warê demokrasiyê, ketine ber binpêkirinên mafên mirovan û normên demokrasiyê. Herwiha amaje bi wê yekê daye ku berpirsên hikûmî bi eşkere daxuyanî û gotaran dijî hevregezxwazan dubare dikin, xelk li ser bilindkirina ala wê komê tên desteserkirin, ev ji xeynî desteserkirin û bêzarkirina parêzerên mafên mirova û çalakvanên sivîl.

Human Rights Watch daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dike, da ku di dema civînên 25 û 26ê vê mehê de pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re, di ber çav re derbas bike, vekirî li ser rewşa mafên mirova li Tirkiyê biaxifin û divê Tirkiyê neçar bikin, da ku dawiyê li gefên ser opozisyon û binpêkirinên mafên mirova bîne.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da