Hulusî Akar: Me 76 leşkerên rejîma Sûrîyê kuştin

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulisî Akar ragihand ku wan li 54 cihên hikûmeta Sûrîyê kirine hedefa xwe û li gorî agahîyên ku wan ji çavkanîyên curbicur wergirtine heta niha 76 leşkerên artêşa Sûrîyê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan- Îro roja duşemê 03.02.2020an Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulisî Akar daxuaynîyek belav kir û tê da ragihand wan 54 xalên serbazî yên rejima Sûrîyê kirîye armanc.

Herwiha li gor daxuyanîyê di en ama êrişên Tirkîyê da 76 leşkerên artêşa Sûrîyê hatine kuştin.

Herwiha Akar gotîye “Duh de hevalên me agahî dan personelên peywendîdar ên alîyê Rûsyayê. Tevî hemî agahdarkirin, zanyarîdayîn û hemî tedbîran rejimê îşev seat 01.13an êrîşî hêzên me kir. Hemî cure tedbîr hatine standin, tên sitendin. Hêzên me yê çekdar di vê mijarê de çi dikeve ser milê wan bê kêmasî bi cih tînin. 54 cihên Rejimê bûn armanc, li gorî agahîyên ku me ji çavkanîyên curbicur wergirtine heta nih 76 leşkerên Rejimê hatine berterefkirin."

Ji ber operasyona rejima Sûrîyê û Rûsyayê bo ser Îdlîbê li herêmê alozî peyda bûne û ligor çavkanîyên li herêmê metirsîya şerê yekser ê hêzên rejima Sûrîyê û Tirkîyê xurt bûye.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir
Donald Trump li ser êrişên Îsraîlê axivî