Hulusî Akar armanca serdana xwe ya Iraqê eşkere kir  

.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler piştî ku îro 18ê Çile gihîştin Bexdayê yekem daxuyanî dan.

Li gorî medya tirk Akar armanca serdana xwe eşkere kir û got, “Hevdîtinên me yên di çarçoveya têkoşîna dijî PKKê de berdewam dikin. “

Akar, bal kişandiye ser amadebûna Tirkiyê bo her cûre hevkariyên ewlekariyê û gotiye, hemahengiya ligel Iraqê ya têkoşîna dijî PKKê xwedî roleke girîng e û mebesta wan parastina sînorên xwe û çavê wan di erda ti cîranekê de nîne.


Hat ragihandin ku Akar û Guler bi Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Anad, Serokomar Berham Salih, Serokwezîr Miustafa Kazîmî û Wezîrê Navxwe Osman Xanîmî re dicivin.


 

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin