HTŞyê Îdlib bi temamî kontrol kir

.

HTŞyê ragihand ku hêzên bi temamî Îdlib kontrol kiriye.

Li Îdlib û Helebê di navbera artêşa Sûriye û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de şerekî dijwar berdewam dike.

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Li gorî zanyariyan, komên çekdar îro zêdetirî 50 gundan û navçeya Xan Şêxûnê ji destê hêzên Hikûmeta Sûriyeyê derxistin.

Bi kontrolkirina Xan Şêxûnê, parêzgeha Îdlibê bi temamî bin kontrola komên çekdar.

Çi bûbû?

27ê Çiriya Paşîn Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi "Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan)" kir.

Her wiha di şer û pevçûnan de herî kêm 280 kes hatine kuştin ku 156ê wan çekdarên HTŞyê ne û 93yê wan leşkerên Sûriyeyê ne.

Li aliyê din, li gorî Neteweyên Yekbûyî kjî 27 sivîl hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye