HSDyê li ser êrişan daxuyanî da: '12 sivîl şehîd ketin'

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de 12 sivîl şehîd ketine.

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişî gelek deverên Başûr û Rojavayê kir.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Dewleta dagirker a Tirk bi pêleke nû ya êrişan jêrxane kir hedef ku ji bo jiyanek xelkê hîmekî esasî ye.”

“2 zarok jî şehîd ketin”

HSDyê diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de sivîl û hêzên ewlehiyê yên ku ji aramiya herêmê berpirsiyar in jî bûne hedef û berdewam kir:

“Êrişên dawiyê yên Tirkiyeyê bûn sedema şehîdketina 12 sivîlan ku 2 ji wan zarok in û birîndarbûna 25 sivîlan ku birînên hinekan ji wan giran in.”

Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyeyê êrişî 42 navendên xizmetên civakî kiriye.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk destnîşan kir ku ew dê ji bo parastina axa xwe dudilî nebin.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin