HSDê red kir: Me ti rêkeftin bi Rûsyayê re nekirîye û em Til Temir radest nakin

Berdevkê Hêzên Sûrîyeya Demorkatîk (HSD) red dike, ku ew li gel Rûsyayê derbarê radestkirin an valakirina bajarê Til Temir de rêkevtibin û dibêje, artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi Tirkîyê ve heta niha jî êrîşî gundewarê Til Temirê dikin.

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di daxuyanîyekê de ragihandîye, li gor rêkeftineke herî dawî, HSD Til Temirê radestî Rûsya û hêzên hikûmeta Sûrîyê dike û li bermaberê wî yekê jî divê hêzên Tirkîyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ji gundewarê Til Temirê ber bi sînorê Serê Kanîyê ve paşve vekişin. Lê belê HSDê îro bi fermî ew yek red kir.

Berdevkê HSDê, Kîno Gabrîyel di daxuyanîyekê de ragihand: “Em wek Hêzên Sûrîyeya Demokratîk vê nûçeyê red dikin û ji raya giştî re aşkere dikin ku artêşa Tirkîyê û çekdarên ser bi Tirkîyê ve heta niha êrîşî ser gundên Til Temir dikin û pabendî rêkevtina agirbestê nebûne.”

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan derbarê agirbesta îdiakirî de ragihandîye, li gor agirbesta navbera HSDê ya li gel Rûsyayê û artêşa Sûrîyê, “divê HSD hêzên xwe ji navçeyên gundewarê Til Temir heta gundê Sode li ser rêya Serê Kanîyê li Rojavayê Kurdistanê vekişîne, li bermaber jî divê komên çekdar ên hevpeymanên Tirkîyê li Sûrîyê, ji navçeyê ber bi bajarê Serê Kanîyê ve paşde vekişin û hemû gundên derdora Til Temir vala bikin.”

SOHR daye xuyakirin ku li gor rêkevtinê, hêzên hikûmeta Sûrîyê û hêzên Rûsyayê dê wê valahîyê tije bikin û hêzên Asayişê û hêzên navxwe dê li Til Temir bimînin û berdewam bin li ser bicihanîna erkên xwe.

Rewangeha Sûrî amaje bi wê yekê kirîye, ku dest bi cîbicîkirina rêkevtinê hatîye kirin, û li gor zanyarîyan çekdarên komên çekdar ên hevpeymanên Tirkîyê ji gundê Alîye li Til Temirê vekişîyan û hêzên hikûmeta Sûrîyê çûne nav wî gundî.

Her li gor heman rêkevtina îdiakirî, divê hêzên ser bi Tirkîyê ve ji ser rêya M-4 a navdewletî jî vekişin û hêzên hikûmeta Sûrîyê li deverê bicih bibin.

Tevî wê yekê, dê hêzên Rûsî jî li navçeyê dest bi gerên xwe yên çavdêrîyê bikin û li gor zanyarîyên ku ji alîyê SOHR ve hatine belavkirin, hejmarek hêzên Rûsî ku li Ti Temir bûn, ew bajar ber bi Qamişloyê ve terikandin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da