HSDê li Eyn Îsayê hewla kontrolkirina rêya M4ê têkşikand

.

 Hat ragihandin ku şeva borî komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji bo rêya M4 a navdewletî li bajarokê Eyn Îsayê kontrol bikin, êrîşek pêk anîne û ew êrîş ji aliyê hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatiye têkşikandin.

Li gorî zanyariyan komên çekdar xwestine xwe bigihînin rêya navdewletî M4 li Eyn Îsayê, lê HSDê bersiva wan daye û baregeha artêşa Tirkiyê ya gundê Mielek a bakurê rojavayê Eyn Îsayê kiriye armanc.

Artêşa Tirkiyê digel komên çekdar ku ev demek dirêj e hewil dide Eyn Îsayê ji destê HSDê derxe, 3 baregehên leşkerî ava kirine û li gorî zanyariyên xwecihî li gundên Seyda, Mişêrfe û Mielek çekên giran hatine bicihkirin.

Ev zêdetirî 70 roj in êrîşên ser Eyn Îsayê berdewam dikin û di encama wan êrîşan de, herî kêm 6 sivîlan can daye û 16 jî birîndar bûne.

Beriya niha Rûsyayê daxwaz ji HSDê kiribû, ji bo beralîkirina gefên Tirkiyê Eyn Îsayê radestî wan û rejîma Sûriyê bikin, lê HSDê ew daxwaz red kiribû.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir