HSDê 33 endamên DAIŞê azad kirin

HSD û Rêveberîya Xweser bi gerentîya hozên deverê û rûsipîyên bajêr, 33 endamên DAIŞê serbest berdan.

Navenda Nûçeyan- Peyamnêra K24ê li Hesekê da zanîn, li gor HSDê û Rêveberîya Xweser, ew kesên hatine berdan endamên DAIŞê ne, lê destê wan di kuştinê de nebûn, piştî ku hatin dadgehkirin, hatine berdan.

Serokê Encûmena Hozên Ereb ên Bajarê Hesekê Ekrem Hac Îbrahîm di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, berê jî Rêveberîya Xweser û HSDê bi gerentîya hozên deverê endamên DAIŞê serbest berdidin û heta niha nêzîkî 450 endamên DAIŞê hatine berdan.

Dîyar kir jî, îro HSD û Rêveberîya Xweser 9 kes ji Hesekê û 24 kes jî ji Dêrazorê berdan û ew hêvî dikin di rojên bê de yên din jî bêne berdan, bi awayekî ku kesek di zîndanan de nemîne.

Amaje bi wê jî da, ew endamên DAIŞê yên berê hatine berdan, kesek ji wan venegerîya nava rêzên DAIŞê, heta hin ji wan jî bûne endamên asayişê jî.

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin