HSDê 17 terorîstên DAIŞê desteser kir

Di encama operasyona li dijî şaneyên DAIŞê ya Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li Hesekê û Dêrazorê 17 terorîstên DAIŞê hatine girtin.

Navenda Nûçeyan - Medyaya Rojavayê Kurdistanê di daxuyanîyekê de belav kirîye HSDê û Hevpeymanîya Navdewletî îro roja pêncşemê 04.06.2020an li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê dest bi operasyoneke leşkerî kirîye û di encama operasyonê de 17 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.

Fermandarê HSDê li Herêma Dêrazorê Ednan Efrîn ragihandîye ku operasyon li ser banga rûspîyên herêmê ji bo parastina wan ji şaneyên DAIŞê hate destpêkirin.

Derdora 6 hezar şervanên HSD, YPJ, Hêzên Komando beşdarî operasyonê bûne. Hêzên Hevpeymanîyê jî dê desteka bejahî û asîmî bide.

Di çarçoveyê operasyonê de ku dê derdora hefteyekê dewam bike dê herêma xeta ji navçeya Deşîşê ta Baxozê ber bi sînorê Iraqê ve ji şaneyên veşartî yên DAIŞê werin paqijkirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist