HSD û rêvebiriya Şamê civînekî pêkanîn

.

Hêzên Sûriya DEmokratîk (HSD) û rêvebiriya Şamê li bajarekî Hasekiyê hevdîtinekî pêkanîn. Mijara civînê li ser peymana di 10ê Adarê de hatibû îmzakirin bû.

Ji HSDê fermandarê giştî Mazlum Abdî û ji Yekîneyên Parastina Jinan ji endamên fermandariyê Rohilat Efrîn hebûn. Ji aliyê Şamê serpereşt Hisên El Selame û endamê heyetê Mihemed Qenatirî hebûn.

Di civînê de li ser xalên peymanê axifîn û behsa êrîşên ku li dora Bendava Teşrînê tên kirin, li ser kesên ji ser warên xwe koç kirine, bo dagera wan mijarên wan bûn.

Di civînê de kesên ku wê rêvebiriya xweser temsîl bikin hatin destnîşankirin ku ew jî ev in: Foza Yûsif, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî, Meryem Îbrahîm û wê Yasir Silêman jî berdevkê komîtê be.

Kurdistan Haberleri

Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc
Îranê hişyarî da Herêma Kurdistanê
Bodo Ramelow: Federalîzm ji bo Sûriyeyê modeleke guncav e û ne cudaxwazî ye
Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin