HSD: Tirkiyê li derdora Til Temirê êrişa bejayî destpê kiriye

.

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir êrişa bejayî destpê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021an diyar kir, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê “êrîşa bejayî bo ser gundê Um el-Kêf li gundewarê bajarokê Til Temir” li Rojavayê Kurdistanê destpê kirine.

HSD dibêje, hêzên wan rûbirûyî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dibin û bersiva êrişê didin.

Li gor daxuyaniya HSDê, “şer û pevçûnên dijwar li çend mihweran li derdora gundê Um el-Kêf berdewam in.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin