HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îdiaya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ya bi rengê “Êrişkarên Dêra Mar Elyasê ji Kampa Holê çûne” ne rast in.

Êvara 22yê Hezîranê li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di vê teqînê de 25 kes mirine û 63 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî da zanîn ku "Terorîstekî DAIŞê ev êriş kiriye."

Piştî wê Koma çekdar a Seraya Ensar û Suneyê êrişa li Dêra Mar Elyasê li xwe girt.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê piştî wê îdia kir ku êrişkar ji Kampa Holê çûne.

“Ev agahî ne rast in”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku ev îdia ne rast in û got:

“Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya hikûmeta Sûriyeyê, idîa kiriye her du xwekujên ku êrişî Dêra Mar Elyasê ya li Şamê kiriye ji Kampa Holê çûne û her du ne welatiyên Sûriyeyê ne lê HSD teqez dike ku ew agahî ne rast in û li ser ti bingeha rast nehatine avakirin.”

HSDyê diyar kir ku ji bo şopandina vê idîayê, saziyên taybet ên HSDyê bi hûrbînî lêpirsîn li ser tomarên Kampa Holê û kesên ku jê derketine kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di encama lêkolînê de derketiye holê ti kes ji wê kampê derneketiye, ji bilî kesên navxweya Sûriyeyê ku li ser daxwaza hikûmetê hatine derxistin.

Her wiha hikûmeta Îraqê sipartiye xwe ku Îraqiyên ji bo herin Îraqê ji kampê hatine derxistin bigihîne Kampa Cedaayê.

Heman daxuyaniyê destnîşan kiriye ku niştecihên Kampa Holê malbatên DAIŞê yên ku piraniya wan jin û zarok in li xwe digire û “terorîstan li xwe nagire.”

Bi vê yekê jî îdiaya Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya bi rengê “her du êrişkar ne Sûriyeyî ne” tê redkirin.

HSDyê di vê çarçoveyê de ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku lêpirsîneke zelal û hûr bike û ji raya giştî re bi belgeyan eşkere bike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist