HSD: Hemû êrîşên Tirkîyê hatin têkbirin

Hêzên Sûrîya Demokratîk ragihand, hêzên wan li hemû enîyên şer hemû êrîşên Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bo ser Serê Kanîyê têk birin û hewlên wan bo “dagîrkirina” vî bajarê stratejîk ê Rojavayê Kurdistanê vala derxistine.

 

Navenda Nûçeyan- Êrîşa Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê, di roja şeşem de berdewam e.

HSDê di daxuyanîyekê de aşkere kir, di berdewamîya êrîşan de, ji şeva bihorî ve artêşa Tirkîyê û komên çekdar li çend alîyan ve êrîşên giran birine ser Serê Kanîyê û hewl dane, wî bajarê stratejîk ji kontrola hêzên HSDê derbixin.

Li gorî daxuyanîya HSDê, şervanên wan hemû êrîşên Tirkîyê û komên çekdar li Serê Kanîyê têk birine û bajar her di bin kontrola hêzên Kurdî de ye.

HSDê dîyar kirîye, di şerê û pevçûnên li Serê Kanîyê de, du wesayitên zirhî û trakseke hêzên Tirkîyê hatin têkşikandin û 27 kes ji çekdar û hêzên Tirkîyê jî hatine kuştin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk daye xuyakirin: “Ji dema du şevan ve pevçûn bêrawestan berdewam in. Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk bi berxwedaneke qehremanî, hemû êrîşên dijmin têk birin. Dijmin hewl da li alîyê bakurê rojhilatê ve derbasî nava bajêr bibe û ev êrîş jî hat têkbirin. Gelek kuştî û birîndar di refên dijmin de çêbûn. Di heman demê de, bombebarana esmanî û topbarana topxaneyê bê navber berdewam bû.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist