HSD: Di êrîşên Tirkiyê de 4 şervanan can da

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama êrîşên Tirkiyê de 4 şervanên wan can dane û navê wan hate eşkere kirin.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, 31ê Gulanê li gundên bajarên Amûdê û Til Hemîsê yên kantona Cizîrê nuqteyên HSD, ambulans û otomobîlên malbatên welatiyan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin û di encama bombebaranê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hate gotin, “Hevalên me Bahoz Kobanê (Mihemed Hecî Ebdî),  Muhened Mihemed Ehmed (Botan Serêkaniyê), Îlan Efrîn (Mihemed Nûr Hikmet Reşîd) û Dilşêr Efrîn (Mihemed Hemîd Îbiş) şehîd bûn.”

HSDê sersaxî da malbatên şervanan û diyar kir, “Berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û ewlehiya herêmên xwe biparêzin."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê