HSD dana postekê serbazî bi Ebû Hatem Şeqra bi tundî red dike û dibêje, “Cihê tawanbaran zindan e, ne pile û postên hikûmetê.”
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê, li ser destnîşankirina Ebû Hatem Şeqra wekî Fermandarê Firqeya Serbazî ya Sûriyeyê, ragehand, “Danana kesên tawanbar li ser postên hestyar ên Sûriyeyê qebûlkirî nîne, ji ber ku nabe tawanbarekî daxwazkirî li ser astê navxwe û navdewletî cihê tawanbarekî din di postên hestyar ên Sûriyeyê de bigire, ji ber ku ew kes dezgehan pîs dikin.”
Berdevkê HSDê di peyama xwe de herwesa amaje daye, “Tawanbarekî wek Ebû Hatem Şeqra gelek tawan kirine, ji wan jî şehîdkirina Hevrîn Xelef, divê cihê wî qefesa dadgehê be ne ku post û pêgeh.”
Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê duhî (Duşem, 05.05.2025) Ehmed Hiyas, ku wekî Ebû Hatem Şeqra tê naskirin û di lîsta terorê ya Amerîkayê de ye, wekî Fermandarê Firqeya 86ê ya Serbazî ya Sûriyeyê destnşand kir.
Ebû Hatem Şeqra Fermandarê Koma Çekdarî ya Rizgarî û Avakirinê bû, ku stûna pişta feyleqa yekê ya artêşa niştîmanî bû û ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat piştevanîkirin.
Navbirî ji sala 2021ê ve ji ber kuştina Siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef û binpêkirin û tawanên mafên mirovan û peywendiyên wî yên bi Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) re di lîstên sizayên Amerîkayê de ye.
Dema Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê li sala 2021ê Ebû Hatem Şeqra xist nav lîsta terorê, di ragehandinekê de amaje dabû, “Ew tevlî hejmareke binpêkirinên mafên mirovan bûye ku ji aliyê komên çekdar ve hatine kirin.” Eşkere jî kiribû, “Ebû Hatem li sala 2018ê berpirsê zindana Helebê ya wê koma çekdarî bû, ku bi sedan desteserkirî tê de hatine sêdaredan.”
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê amaje jî dabû, “Navbirî dest di bazirganîkirina bi jin û zarokên Êzidî de hebû û endamên berê yên DAIŞê tevlî rêzên Ehrar Elşerqiyeyê dikirin.”
K24