HSD: Çekdarên Ozbek êrişî Bendava Tişrînê dikin

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrişên li ser Bendava Tişrînê û gundên Minbicê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi sedan çekdarên Huras El Dîn ên ji Ozbekistan, Tirkistan û Çeçenistanê bi piştgiriya artêşa Tirkiyeyê êrişî herêmê kirine.

HSDyê diyar kir ku di êrişên dijwar ên li ser gundên başûr û rojhilatê Minbicê û Bendava Tişrînê de bi dehan çete hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, îro sibê 5 dronên Tirkiyeyê, tank û panzerên nûjen êrişî gundên Etşan, Seîdîn, Xirbet Tiwên, Mihşiyet El Şêx Ubêd El Mistefa, Xirbet Zemale, Mestaha, Girê Siryatel û gundê Eloşê kirine.

HSDyê ragihand ku şervanên wan hemû êriş têk birine û bi dehan çekdar hatine kuştin.

Her wiha tankek û 2 erebeyên bi doçka ve hatine rûxandin û bi giştî 6 wesayîtên leşkerî hatine îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê ji bo binketina xwe veşêre, bi dron û çekên giran êrişî Bendava Tişrînê û derdora wê kiriye û hin beşên bendavê zirar dîtine.

HSDyê tekez kir ku berpirsiyariya xisarên li bendavê û derdora wê li ser artêşa Tirkiyeyê ye.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc