HSD banga dîtina çareseriyê li Şamê dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji Şamê dike çareseriyeke guncaw ji rewşa bakurê Sûriyê û doza Kurdî re bibîne dest bi guftgûyan bi Rêveberiya Xweser re bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji Şamê dike çareseriyeke guncaw ji rewşa bakurê Sûriyê û doza Kurdî re bibîne dest bi guftgûyan bi Rêveberiya Xweser re bike.

Îro li bajarê Hesekê civîna salane ya hêzên HSDê bi beşdariya 600 nûnerên YGP, YPJ, Ceyş Siwar, Lîwaya Şemal a Demokratî, Beriya Kurdan, Encûmena Siryanî ya Leşkerî, Senadîd birêve diçe.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di gotarekê de bang li Şamê kir, çareseriyeke guncaw ji rewşa bakurê Sûriyê û doza Kurdî re bibîne û li Rêveberiya Xweser, HSD û mafên gelê Kurd di çarçova Sûriyeya piralî û yekgirtî de mikur bê.

Mezlûm Ebdî ragihand, gefên Tirkiyê li dijî HSDê û dagîrkirina Efrînê, bandoreke nehênî li şerê li dijî kir. Hevpeymaniya Navdewletî jî hewl dide bi Tirkiyê re bigihe cureyeke ji aramiyê.

Diyar kir jî, HSDê bi hemû karînên xwe hewl dide kedên bi serperiştiya Amerîka bi Tirkiyê re tên kirin, biser bixe. Diyar kir jî, rêkeftineke destpêkî jî derbarê bicihkirina ewlehî û aramiyê li ser sînorê Tirkiyê heye.

Mezlûm Ebdî tekez kir jî, Efrîn xala sereke ya proseya aştiya bi Tirkiyê re ye û bê vegera Efrînê wek rewşa xwe berê, aştî li Sûriyê mayinde nabe.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist