HSD bang li alîyên şerker li Sûrîye dike, şer rawestînin

HSD daxwaz ji hemû alîyên şerker ên Sûrîyê dike şer rawestînin û radighîne, rûdana şer dê bibe sedema belavbûna zêdetir a Vayrosa Korona.

Serkirdatîya Hêzên Sûrîya Demokrat HSD di daxuyanîyekê de ragehand, di dem a berdewamîya gef a Vayrosa Korona de liser cîhanê û wekî bersivdan ji banga Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî re radighînin, ku ew pabendî karên navdewletî yên nehiştina wê Vayrosê ne.

HSDê radighîne, ji ber têkçûna kerta tendirustî jiber şer, rewşa Sûrîyê, bergirîyê ji operasyonên din re nake û rûdana şer, dê bibe sedema koçberîyê û dê bibe sedema belavbûna Vayrosê Korona.

HSD di daxuyanîya xwe de tekez dike, ew daxwaz ji hemû alîyên şerker dikin, ku operasyonên xwe rawestîn in û pabendî agirbestek sivîl bibin.  Ji alîyê xwe ve,tekez dikin ku dê pabendî agirbestê bibin û dê tenê berevanîyê li xwe bikin. Bi hêvî ne, ku ew agirbest rê li ber dîyalog û danûstandinên sîyasî veke û şerê li Sûrîyê û cîhanê bidawî bîne.

Di dawîya daxuyanîya xwe de HSD ragihand, ew dê rê li ber gihiştina tîmên tendirustîyê yên navxweyî û navdewletî ji bo hemû navçeyên di bin kontrola xwe de vekin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist