HSD: 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ragihandin ku di encam şerê di navbera hêzên wan û grûpên girêdayî Tirkiyê de 3 çekdar hatine kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de ragihand, dewleta Tirkiyê êrîşên xwe bo ser bajarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kirine.

Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê gundên el Huriye, Hoşan, Xalidiye û riya M4 kirine armanc.

Di encama şer û pevçûnan li ser mihwerê Hoşan û Xalidiyê 3 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kir. Di wan êrişan de bi taybet gundên Huriyê, Hoşan, Xalidiyê, û rêka M4 hatin hedef girtin. Şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersivê wan êrişan dan. Di encama bersivdayinê de, li xeta Hoşan û Xalidiye pêvçûn qewimîn. Di wan pêvçûnan de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Topbarana li ser herêmê berdewam dike.”

Ji aliyekî din ve, topxaneya artêşa Tirkiyê çend gundên bi ser Girê Spî jî bi tundî topbaran kirine.
 

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be