Hozan Canê ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ve hat xelatkirin

.

Piştî bêtirî 3 salan ji zindankirina wê, hozan Canê ku li Tirkiyê hatibû girtin, berî hefteyekê gihişt Almanyayê. Hozan Canê weke jineke Kurd bi tometa siyasî û kurdeyatiyê hatibû girtin. Duh li bajarê Bochum ê Almanyayê bi germî pêşwazî lê hate kirin û çalakiyek ji bo hatina wê hat lidarxistin.

Bi dilekî germ û dengekî bi êş dîsa li ser textê stranê sekinî. Hozan Canê çîroka zindanê ji mêvanan re vegot. Çîrokên girtin û êşkence û hebûna zarokên çend mehî di zindanê de bûn. Niha Canê di nava heval û hezkiriyên xwe de tê pêşwazîkirin û xelatkirin.

Hunermend Hozan Canê ji K24ê re diyar kir: “Ez gelek gelek dilxweş bûm, min li vir dît ku Canê jî, kesên ku di zindanê de ne jî, ne bi tenê ne. Rojek ew ê jî azad bibin, bi hewldanên me, bi hezkirina me, bi qeweta me û bi berxwedana me, em ê wan jinan jî bigihînin azadiyê. Îro kesên pêşwaziya min kirin, ez ji wan re zor zor spas dikim. Gelek xweş bû.”

Komeleya Ronahî û Hevgirtina Jinên Kurd ligel Dêra Engêlîşên ya Almanî ev pêşwazî li Canê kirin û rojbûna wê pîroz kirin.

Di hemû demên axaftinê de û gotina çîroka girtinê de, Canê kelegirî dibû û gelek bi zehmetî behsa wan bûyerên bi serê wê û jinên Kurd de tên, dikir.

Hunermend Canê diyar dike ku ew ê rojên zindanê jibîr neke û hemû hewlên xwe ji bo azadkirina zindaniyan bide.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!