Hoşyar Zêbarî: Ji bo avakirina hikûmetê bipêşveçûneke gelekî baş heye

.

 Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, di navbera PDK û piraniya aliyên din de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bipêşveçûneke "gelekî baş" heye.

Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Ji aliyê siyasî û teknîkî ve, di navbera PDK û YNK û piraniya aliyên din de bipêşveçûneke gelekî baş heye."

Hoşyar Zêbarî, ku di heman demê de serokê şandeya danûstandinkar a PDKyê ye ji bo pêkanîna hikûmetê, got:

"Pêvajo pêwîstî bi demê heye, ji bo lihevtêgihîştin û hevahengiya temam di navbera hemû aliyan de, heta niha her tişt gelekî baş bi rê ve diçe."

Piştî hilbijartina gera 6em a Parlamentoya Kurdistanê, YNK û PDKyê du civînên fermî kirine, civîna yekem 30-11-2024an li Debaşan, civîna duyem jî 17-12-2024an li Pîrmamê hat kirin.

Hoşyar Zêbarî got: "Sê caran civînên şandeya teknîkî di navbera PDK û YNKyê de, zincîreyeke civîn bi aliyên din re jî hatine kirin."

Derbarê civîna bê ya şandeya teknîkî ya PDK û YNKê de, ku tê gotin sibe careke din dê bicivin, Hoşyar Zêbarî got: "Civînên teknîkî di rojên bê de dê berdewam bikin."

Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de Partiya Demokrat a Kurdistanê 39 kursiyan bi dest xist û bû partiya yekem.

Piştî wê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistin.

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e