Hoşyar Zêbarî: Guhartin di sîstema siyasî ya niha û destûr de nayê kirin

.

Hoşyar Zêbarî: Destûra Iraqê ne tenê nerîna kesekî ye, belkû zêdetir ji sedî 60ê Iraqiyan deng li ser daye.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê Darayî yê berê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand, ti guhartin di sîstema siyasî û destûra Iraqê de neyê kirin.

Piştî ku alîgirên Tevgera Sedirê derbasî nava Encûmena Nûnera a Iraqê (parlamento) bûn, Muqteda Sedir duhî di daxuyaniyekê de ragihand, “Ev firsendeke mezin e ji bo guhertina bingehîn ya sîstema siyasî, destûr û hilbijartinan.”

Hoşyar Zêbarî di wê derbarê de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, sîstema siyasî ya niha û destûr dê neyin guhartin, ne bi mekanîzmayên destûrî yên ku li ser hatiye lihevkirin be.

Hoşyar Zêbarî diyar kir jî, destûra Iraqê ne tenê nerîna kesekî ye, ji sedî 60ê Îraqiyan di sala 2005an de di referandumeke cemawerî deng li ser daye û ji aliyê merciyet û civaka navdewletî ve hatiye piştgirîkirin û pesendkirin.

Tekez kir jî, ti derfet ji bo guhartina girêbesta civakî (destûr) nîne, ne piştî şêwir û guftûgoyên berfireh be.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin