Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike

.

Jina bi navê Suphîye Ozabay bi çêkirin û firotina qafikên axê debara xwe dike ew yek ji hostayên dawî yên qafikan e.

Suphiye Ozabay ji 6 saliya xwe ve qir û qafikên ji axê çêdike.

Suphiya niha 51 salî ye û dixwaze vî karê destî fêrî ciwanan bike da ku ev winda nebe û berdewam bike.

Ew ji bo çêkirina beroş, tas û qafikên ji axê, beriya her tiştî axa xwe li bêjingê dixe, xîzê tevlî axa xwe dike û bi lingan distirê.

Dema ku baş nerm dibe, dixe tenûrê û dîzik, beroşên tirşikê, qir û qafikên metbexê û hinek tiştên xemilandinê çêdike.

Berhemên xwe ziwa dike û wan dixe nava agirê firinê. Piştre derdixe, boyax dike û careke din dixe tenûrê.

“Ez ji xwişên xwe fêrî vî karî bûm”

Suphiye Ozabayê li ser karê xwe wiha got:

"Dema ez 6 salî bûm xwişkên min ev tişt çêdikirin û min jî li wan dinêrî, ez wiha fêr bûm.

Em axa wê li bêjingê dixin û amade dikin. Em xîzê û axê tevlîhev dikin û piştre bi lingan distrên.

Dema ziwa dibin em wan dixin nava agirê firinê. Piştre derdixin wan boyax dikin û careke din dixin nav tenûrê."

Suphiye Ozabay bi vî karî debara xwe dike û berhemên xwe dişîne Amed, Xarpêt, Êlih, Wan û Bedlîsê û li bazaran difiroşe.

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor