Hizbullaha Iraqê hişyarî da parlementoyê û gef li Kurdan xwar

Hizbillaha Iraqê hişyarî da parlamentoya Iraqê da ku biryara derxistina leşkerên Amerîkayê ji wî welatî bide. Hizbillaha Iraqê herwiha gef li Kurdan xwar ku eger piştgirîya mana hêzên Amerîkayê li Iraqê bikin, dê rêya Bexdayê ji wan re bigirin.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîya nivîskî ya Lîwayên Hizbullahê de ji parlamentoya Iraqê tê xwestin ku biryara derxistina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derbixe.

Di daxuyanîyê de hate gotin: “Rêkevtina stratejîk a ligel Amerîkayê hate kirin, bi awayeke zelal hate binpêkirin. Divê ew rêkevtin were hilweşandin."

Hizbillaha Iraqê bal kişand di vê civîna awarte a parlamentoya Iraqê de ku biryara îro bê encamdan û dibêje: “Em xwe li benda îradeya ji civîna parlamentoyê derbikevin bigirin. Em hêvî dikin ku biryara were girtin rûmeta zarokên me yên ku xwîna ji alîyê devleta teror ve hate rijandin biparêze.”

Lîwayên Hizbullahê herwiha gef li Kurdan xwar ku eger piştgirîya mana hêzên Amerîkayê li Iraqê bikin, dê rêya Bexdayê ji wan re bigirin û radigihîne ku “beşek ji Kurdan dixwaze hêzên Amerîkî” li Iraqê bimînin.

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, Ebu Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke din a berpirsên Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran ji alîyê Amerîkayê ve li Bexdayê, alîyên Şîe projeyasayek amade kirine bo derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê.

Parlamentoya Iraqê civîneke awarte saz dike û mijara derxistina hêzên Amerîkî ji wî welatî di rojeva parlamentoyê de ye.

Parlamentoya Iraqê li ser projeyasaya derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê dicive.

 Nerina Azad

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be