HISÎÇA - Navenda Çanda Ermeniyan hat vekirin

.

Navenda Çanda Ermeniyan li taxa Kelasê ya bajarê Hisîçayê bi merasîmekê hat vekirin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, ev navend bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermeniyan li taxa Kelasê ya Hisîçayê vekir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Navenda Çanda Emeniyan bi armanca bipêşxistina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de û parastina çanda gelên herêmê hatiye vekirin.

Di merasîma vekirinê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û nûnerên meclisên leşkerî hazir bûn.

Piştî vekirina deriyê navendê, deqeyekê rêz hat girtin.

Pişt re Hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivî.

Firyal Çoliyê vekirina navendê li gelên herêmê pîroz kir û “silav li berxwedana HSD û YPJyê kir.”

Firyalê diyar kir ku vekirina vê navendê di dîrok û çanda gelê Ermen de pêngavek e û diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a jiyana hevbeş ji hemû cîhanê re bûye mînak.

Firyalê anî zimên ku çanda gelan hebûna wan e û diyar kir ku divê çanda pêkhateyên herêmê biparêzin.

Şêwirmendê Meclisa Civakî ya Ermeniyan Îmad Teteriyan jî di axaftina xwe de got:

"Osmaniyan siyaseta qirkirinê li dijî gel me pêk anî. Di van qirkirinê de rewşenbîr û helbestvanên Ermen dikirib armanc da ku çanda me ji holê rakin.

Lê wan nizanîbû ku neteweya Ermen di dîrokê de dibistaneke herî mezin e.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye