Hiqûqdan Şêrwan Heyderî: Wê yekê pêgeha dîplomatîk ya Kurdistanê bihêz kir

Hiqûqdanekî kurd dibêje, beşdarnebûna firaksîyonên Kurdistanî di civîna parlementoya Iraqê ya li ser derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê, bûye sebeba bihêzbûna pêgeha dîplomatîk ya Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Hiqûqdanê kurd Şêrwan Heyderî ji BasNewsê re got, cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, David Schenker piştî ku serdana Herêma Kurdistanê kir û bi berpirsên Kurdistanê re hevdîtin kir, da zanîn ku hikûmeta Kurdistanê gelekî baş navendên dîplomatîk û hêzên Amerîkî û welatên din diparêze.

Şêrwan Heyderî her wiha got, sîyaseta hikûmeta Kurdistanê di parastina konsolxane û nûnertîyên welatên bîyanî gelekî girîng û camêrane ye.

Heyderî behsa biryara parlementoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkî û bîyanî ji Iraqê jî kir û got, firaksîyonên Kurdistanî beşdarî wê civînê nebûn, vê yekê jî pêgeha dîplomatîk ya Kurdistanê bihêz kir. Ji xwe ev jî bû sebeb ku ew berpirsê Amerîkî wisa baş behsa hikûmeta Kurdistanê bike.

Bi gotina wî hiqûqdanê kurd, Herêma Kurdistanê li gorî qanûnên navdewletî reftar kirîye û karîye hevsengîyê çêbike û neçûye alîyê ti hêz û dewletekî.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist