‘Hînker’ek ji bo fêrbûna Soranî belav bû

Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ‘Hînkerek’e din li zîncîre hînkerên xwe zêde kir, lê vê carê ji bo fêrbûna şêwazarê Kurdîya Soranî.

Navenda Nûçeyan- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ji bo fêrbûna Kurdî (Kurmancî) berî niha zîncîreyeke pirtûkên bi navê ‘Hînker’ belav kiribûn û di çend rojên derbasbûyî de jî pirtûkeke din li wê zîncîra hînkeran hat zêdekirin.

Ew ‘Hînker’a ku vê carê hatîye çapkirin ji bo fêrbûna şêwazarê Kurdîya Soranî ye.

Pirtûka bi navê ‘Hînker – Kurdîya Navendî (Soranî)’ ji alîyê Dr. Hewa S. Khalid ve hatîye amadekirin. Pirtûk bi şêwazarê Soranî û tîpên Erebî hatîye nivîsandin û ji bo fêrbûnê jî peyv û riste bi tîpên latînî jî hatine nivîsandin.

Ev pirtûk, zîncîreyek e ji pirtûkên ‘Hînkerê’ û zîncîra yekem a pirtûkê ji bo qonaxa destpêka fêrbûna Soranî ye û ji bo hêsankirina fêrbûnê DVDyek jî li gel wê pirtûkê ye.

Biryar e weke dewama ‘Hînkerê’ ji bo astên bilindtir jî pirtûk bên amadekirin û belavkirin.

Herwiha li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê ev yekem pirtûk e ku bi vê rêbazê hatîye amadekirin ji bo fêrbûna şêwazarê Soranî.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist