Hinardeya Tirkiyê ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re %30 zêde bûye

.

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), hinardeya Tirkiyê ya bo Herêma Kurdistan û  Iraqê di 7 mehên destpêkê yên îsal de li gor heman serdama sala derbasbûyî ji sedî 30 zêde bûye û gihîştiye 7 milyar û 364 milyon dolar.

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 7 mehên destpêkê yên îsal de bi bihayê 7 milyar û 364 milyon dolar kelûpel bo Herêma Kurdistan û Iraqê hatine hinarderkirin ku ji sedî 5.1ê tevahiya bazirganiya Tirkiyê ye. Bi vê yekê jî li gor heman meha sala derbasbûyî asta hinardeyê ji sedî 30 zêde bûye.

Iraq di rêzbendiya wan welatên ku herî zêde Tirkiye pê re bazirganiyê dikin de ji rêza 5an ket rêza 4an.

Piraniya kelûpelên ku ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bo Herêma Kurdistan û Iraqê tên hinardekirin bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl tên hinardekirin.

Li gor amaran di 7 mehên destpêkê yên îsal de 1 milyon û 3 hezar 23 barhilgiran ji parka barhilgiran a girêdayî Îdareya Taybet a Şirnexê ya Xabûrê çûn û hatin kirine ku parka Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl li aliyê Bakurê sînor li navçeya Silopî ya Şirnexê ye û rojane derdora 4 hezar û 731 otomobîl di wî deriyê sînorî re çûn û hatinê dikin.

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de li gor heman serdema sala borî jî  hejmara rojane ya ew otomobîlên ku di Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl re çûn û hatinê dikin ji sedî 22 zêde bûye.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin